Dêrên Elman: Bila firotina çekan ji bo Siûdiyan bê sekinandin
Konferansa Pêşketin û Dêrê ya Hevpar, ku ji dêrên Katolîk û Protestan ên Elman pêk tê xwest, firotina çekan ji bo Erebîstana Siûdî were sekinandin.
Konferansa Pêşketin û Dêrê ya Hevpar, ku ji dêrên Katolîk û Protestan ên Elman pêk tê xwest, firotina çekan ji bo Erebîstana Siûdî were sekinandin.
Konferansa Pêşketin û Dêrê ya Hevpar (GKKE), ku ji dêrên Katolîk û Protestan ên Elman pêk tê, li ser îxracata çekan raporek weşand û xwest, firotina çekan ji bo welatên mîna Erebîstana Siûdî yên destekê didin komên selefî yên tund, bê sekinandin.
GKKE, kêmbûna îxracata çekan a sala 2014'an ku bi 4 mîlyar euro re yek ji çar paran kêm bû, erênî nirxand û da zanîn ku di firotinan de welatê herî zêde derdikevin pêş Îsraîl, DYA û Sîngapûr in. Di raporê de hat ragihandin ku destûra hikûmetê ya ji bo firotina çekan di şeş mehên îsal de zêde bû û hat gotin ku li gorî sala 2014'an bi du qatan zêde bûye.
Di raporê de hat xwestin ku firotina çekan ji bo welatên destekê didin komên selefî yên tund bi taybetî jî ji firotina ji bo Erebîstana Siûdî bê sekinandin. Bal hat kişandin ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên Siûdiyan û rola Siûdiyan a di şerê li Yemenê de hat bibîrxistin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin, ku desteka Erebîstana Siûdî ya ji bo gelek komên selefî yên tund, rê li ber pirs û fikaran vedike.