Hikûmeta Danîmarka dixwaze dest deyne ser hebûneyên penaberan

Hikûmeta Danîmarkayê ku tevî pêla mezin a koçberiyê ya ber bi welatên Ewropayê ve hejmareke gelekî kêm a koçberan xwe lê girtiye, dixwaze pere û eşyayên bi qîmet ên penaberan bi xwe re anîne, desteser bike.

Hikûmeta Danîmarkayê ku tevî pêla mezin a koçberiyê ya ber bi welatên Ewropayê ve hejmareke gelekî kêm a koçberan xwe lê girtiye, dixwaze pere û eşyayên bi qîmet ên penaberan bi xwe re anîne, desteser bike. Ev plana hikûmetê mîna pêkanînên Nazî tê dîtin.

Guhertina qanûnî ya di vî warî de ku mûxalefet û civaka sivîl bi tundî li dij derdikevin, tê payîn ku di destpêka meha Çileyê de li parlamentê were nirxandin.

Li gorî plana hikûmetê, pereyên zêdeyî 30 hezar kron (400 euro) yên li ser penaberan bên dîtin, wê bên desteserkirin.

Her wiha eşyayên bi qîmet ên penaberan, ji bilî yên werin bikaranîn, wê hemû bên desteserkirin.

QAŞO WÊ JI BO LÊÇÛNÊN PENABERAN BÊN XERCKIRIN

Ev plana hikûmeta Danîmarkayê rastî nerazîbûneke tund hat. Plan weke "pêkanîna li hemberî hindikahiyan a dema Nazî" tê dîtin. Lîderê civaka Yahûdî ya li Danîmarkayê Serhaham Bent Melchîor got, "Ev plana hikûmetê dişibe bûyerên di dema zilma Naziyan a li hindikahiyan dikir."

Parêzvanên mafên mirovan jî li hemberî vê planê, bi serenavê "Dest danînin ser hebûneyên penaberan" kampanya dan destpêkirin. Ji niha ve bi hezaran kes beşdarî kampanyayê bûne.

WELATÊ KU HEJMARA PENABERAN LÊ HERÎ KÊM E

Di nava vê salê de zêdeyî mîlyonek penaberan xwe li welatên Ewropayê girtin. Ji mîlyonek penaberan bi tenê 13 hezar kes derbasî Danîmarkayê bûn.