Agirbesta li Yemenê 6 saetan dewam kir
Li Yemenê, agirbesta 7 rojan di saetên destpêkê de xera bû.
Li Yemenê, agirbesta 7 rojan di saetên destpêkê de xera bû.
Li Yemenê di şeş saetên destpêkê yên agirbestê de, ji ber êrîşa Hûsiyan a li bajarê Taîzê 2 jê sivîl 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di saetên destpêkê yên agirbestê de, çeperên Hêzên Berxwedana Gel ên alîgirê Serokkomar Abdûrabbû Mansûr Hadî yên li herêma Cebel Sabr ên li rojhilatê bajarê Taîzê, ji aliyê Hûsî û hêzên alîgirê lîderê hatî têkbirin Alî Abdullah Salîh ve hatin bombekirin.
Li aliyê din, di êrîşên Hûsiyan û komên alîgirê Salîh ên li herêmên Ûseyfîra, Cahmeliyye, ed Dûha de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser daxwaza Serokkomarê Yemenê Abdûrabbû Mansûr Hadî, hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ji ber diyaloga îro li Cenevreyê destpê bike agirbesta 7 rojan îlan kiribû.