SOHR: Di êrîşên hewayî de bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan
Hat îdîakirin ku li Sûriyeyê, di dema bombekirina komên çete yên destekê ji Tirkiye û Siûdî werdigirin de, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a navenda xwe li Londonê ye hat weşandin, di bomberdûmana li Heleb, Reqqa û Îdlîb a ji aliyê balafirên şer ve hat kirin de, herî kêm 46 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Saziya Çavdêriyê, di bomberdûmana Bab el Ezaz a ser bi Helebê û Reqqayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 6 jê zarok, 11 jî jin in.
Di daxuyaniya SOHR de hat ragihandin ku di bomberdûmana li Cîsr el Şûkhûr a Îdlîbê de 7 zarok û 7 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Saziyê diyar kir ku pêkane êrîş ji aliyê balafirên Rûs ve hatibe kirin, lê di vê mijarê de agahiyeke zelal nîne.