Li Ewropayê alarma sersalê

Ewropa di nava şert û mercên awarte de dest bi sala nû dike. Li Brukselê teqandina fîşekên hewayî û pîrozbahî hatin betalkirin.

Ewropa di nava şert û mercên awarte de dest bi sala nû dike. Li Brukselê teqandina fîşekên hewayî û pîrozbahî hatin betalkirin. Li Parîsê 11 hezar kes ji bo ewlekariyê ketin nava tevgerê.

LI BRUKSELÊ TEQANDINA FÎŞEKÊN HEWAYÎ Û PÎROZBAHÎ HATIN BETALKIRIN

Li gelek welatan, tedbîr di asta herî bilind de tên girtin. Rayedarên Belçîkî ragihandin ku li paytext Brukselê, pêşandana fîşekên hewayî û hemû pîrozbahiyên êvara Pêncşemê hatine betalkirin. Şaredar Yvan Mayeûr da xuyakirin, ku ji ber hişyariyên navenda krîzê ya li ser rîska êrîşan, wan ev biryar stendine. Di hefteya bihurî de, 2 kesên ku dihat gotin amadekariya êrîşê dikirin li Brukselê hatibûn girtin.

LI PARÎSÊ 11 HEZAR KES JI BO EWLEKARIYÊ KETIN NAVA TEVGERÊ

Li kolana Champs-Elysee ya Parîsê, hat ragihandin ku pîrozbahiyên sersalên yên bi kevneşopî tên lidarxistin, wê pêk werin. Bi qasî 1600 polîs û jenderme wê ewlekariya vê pîrozbahiya mezintirîn a sersalê bikin. Li gelemperiya Parîsê 11 hezar polîs, leşker û endamên alîkariya destpêkê, wê wezîfedar bin.

LI VIYANA, MOSKOW, MADRÎD Û NEW YORKÊ GUMANA ÊRÎŞÊ

Li hemberî êrîşên gengaz ên di dema pîrozbahiyên sala nû de, li paytexta Awûstûrya Viyanayê, tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin. Meydana Sor a li Moskowayê yekemcar li gel hat girtin. Li paytexta Spanya Madrîdê, hejmara kesên bikevin meydana Pûerta del Sol bi 25 hezar kesan hat bisînorkirin. Li qiraxa meê Thames ê Londonê, teqandina fîşekên hewayî wê careke din bi pere be. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî tedbîr di asta herî bilind de ne. Bi taybetî wê ji bo pîrozbahiya li meydana Times Square ya li New Yorkê tedbîrên tund werin girtin.