Artêşa Iraqê bajarê Ramadî xist bin kontrola xwe
Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û ket bin kontrola artêşa Iraqê.
Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û ket bin kontrola artêşa Iraqê.
Berdevkê yekîneya têkoşîna li dijî terorê ya Iraqê (CTS) Sabah El Nûman daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) û got, "Li Ramandî endamên DAIŞ'ê nemane."
Hat ragihandin, ku DAIŞ'ê xwe ji avahiyên hikûmetê yên li navenda Ramadî vekişandine.
El Nûman diyar kir ku herî dawî wê avahiya navendî ya rêveberiyê di kontrola teqemeniyê re derbas bikin.