YE qedexeya kîsikê plastîk taloqî meha Nîsanê dike

Li welatên Ewropayê, bicihanîna qanûneke girîng a ji bo pêşîgirtina li bikaranîna kîsikên plastîk, wê ji bo sê mehên din bê taloqkirin.

Li welatên Ewropayê, bicihanîna qanûneke girîng a ji bo pêşîgirtina li bikaranîna kîsikên plastîk, wê ji bo sê mehên din bê taloqkirin. Qanûna ku ji 1'ê Çileyê û pê ve qedexe dike ku firoşgeh kîsikên plastîk bide muşteriyên xwe, ji bo hin pirsgirêkên hiqûqî bên çareserkirin wê ji 1'ê Nîsanê û pê ve bikeve meriyetê.

Li Yekîtiya Ewropa (YE) a ji 28 endaman û xwedî 508 mîlyon nifûsî, her sal bi qasî 100 mîlyar kîsikên plastîk tên bikaranîn. Ji sedî 89 ê ji van kîsikan, piştî ku carekê tê bikaranîn tê avêtin. Ji bo dawî li vê rewşa zerareke mezin dide hawirdorê bê anîn, biryara YE a qedexekirina 'dayîna kîsikên plastîk li firoşgehan' ku beriya niha hatibû wergirtin, wê li şûna 1'ê Çileyê di 1'ê Nîsana 2016'an de bikeve meriyetê.

Weke sedema taloqkirina bicihanîna qedexeyê hat gotin, ku Komîsyona Ewropa ji ber hin detayên hiqûqî pêwîstiya xwe bi demê heye.

Tevî çopên plastîk ên li okyanûsan rê li ber mirina bi deh mîlyonan zindiyên vedikin, çopên plastîk ên li ser rûyê erdê jî di hedefa hawirdorparêzan de ne. Çopên plastîk herî kêm di nava 400 salan de dihelin. Yek ji parzemînên herî zêde çopên plastîk bi kar tîne Ewropa ye.

Li gelemperiya Ewropayê hejmara çopa plastîk a tê bikaranîn, salane bi qasî 100 mîlyar e. Bi qanûnê re wê çenteyên bazarê yên gelek caran dikarin werin bikaranîn, bên tercîhkirin. Di salên dawî de bi guhertinan re, kîsikên plastîk bi pere dihat firotin.

Armanca Yekîtiya Ewropayê ew e, ku hejmara kîsikên salane ji aliyê şexsekî ve 200 heb tên bikaranîn, heta sala 2025'an vê hejmarê daxîne binê 40 kîsikî.