Li Tehranê tedbîrên tund ên li hemberî gemarîbûna hewayê
Li paytexta Îran Tehranê, ji ber gemarîbûna hewayê tedbîrên tund hatin wergirtin. Li Tehrana ku 14 mîlyon mirov lê dijîn, ev 18 roj in hewa di asteke bilind de gemarî ye.

Gemariya hewayê roja Çarşemê li bakurê Tehranê gihaşt rêjeya 238 mîkrogram/metrekup.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di mijara gemariya hewayê de destnîşan dike ku sînorê rêjeya dikare bê qebûlkirin herî zêde 50 mîkrogram/metrekup e.
Ev asta gemarîbûna hewayê ya li Tehranê, xeteriya li ser jiyana hemû şêniyên bajêr zêde dike.
Ji ber vê yekê pêşniyar tê kirin, ku mirovên extiyar, mirovên xwedî pirsgirêkên kardiyovaskuler û zarok ji malê dernekevin derve.
Li dijî vê gemarîbûnê roja Çarşemê li Tehranê tedbîrên tund hatin wergirtin. Ji 13'ê Kanûnê û vir ve dibistanên seretayî û kreş cara pêncan hatin girtin.
Komîteya lezgîn a kontrolkirina gemarîbûna hewayê xwest, hemû saziyên perwerdeyê werin girtin, lê belê Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi hinceta ku serdema ezmûnan e, israr kir ku lîse û kolej vekirî bimînin.
Tevî vê yekê hemû aktîvîteyên sporê yên li derve hatin qedexekirin. Febrîqe hatin girtin û trafîk hatin kontrolkirin.