Di 2015'an de zêdeyî 1 mîlyon koçber bi rêya deryayî xwe gihandin Ewropayê
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, bîlançoya li ser herikîna pêla penaberan aşkere kir.

Komîseriya navenda xwe li Cenevreyê ye diyar kir, ku di sala 2015'an de 1 mîlyon 573 hezar koçberan bi rêya deryayî xwe gihandin Ewropayê.
Komîseriya Penaberan da xuyakirin ku di vê rêwîtiya xetere de 3 hezar 735 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî bîlançoya hat weşandin, ji sedî 84 ê koçber û penaberan ji 10 welatan hatin.
Penaberên Sûriyeyî bi rêjeya ji sedî 49'an re di rêza yekemîn, bi rêjeya ji sedî 21'ê re Afgan di rêza duyemîn û Iraqiyan jî bi rêjeya ji sedî 8 re di rêza sêyemîn de cih girtin.
Welatên din ên koçber û penaber jê hatin ev in: Erître, Pakîstan, Nîjerya, Somalî, Sûdan, Gambîa û Malî.
844 hezar 176 penaberan xwe gihandin Yenanîstanê, 152 hezar 700 penaber derbasî Îtalyayê, 105 jî derbasî Malta bûn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji sedî 58 ê penaberên xwe gihandine Ewropayê mêr, ji sedî 17 jin û ji sedî 25 jî zarok in.