Li Korsîka çalakiyên li dijî Misilmanan duh jî dewam kirin

Li Girava Korsîka ya ser bi Fransayê, xwepêşandanên li hemberî Misilmanan ên şeva Pêncşemê destpê kirin, di dawiya vê hefteyê de jî dewam kirin.

Li Girava Korsîka ya ser bi Fransayê, xwepêşandanên li hemberî Misilmanan ên şeva Pêncşemê destpê kirin, di dawiya vê hefteyê de jî dewam kirin.

Di şeva Pêncşema bihurî de, êrîşa li hemberî polîs û arkujan a li paytext Ajaccîo hat şermezarkirin û ev nerazîbûn piştî demekê veguherî xwepêşandanên nîjadperest ên dijberiya Ereb û Misilmanan.

Bi armanca destekkirina polîs û arkujên di êrîşê de birîndar bûn, roja Înê bi beşdariya bi sedan kesî xwepêşandanek aht lidarxistin. Xwepêşandêran piştre êrîşî saloneke îbadetê ya Misilmanan kiribûn. Li vê derê zerar dabûn hin weşanên olî û Quranê.

Ji ber nivîs û xwepêşandanên Ereb û Misilmanên li herêmê hedef girtin, hikûmetê hemû xwepêşandanên dawiya hefteyê qedexe kiribûn. Lê belê, tevî vê yekê jî bi qasî 300 kes duh li taxa Jardîns de l'Empereûr xwepêşandanek lidar xistin.

Polîsan ji ber bûyeran, 5 îbadetxaneyên Misilmanan ên li bajêr, parastin. Di bûyerên duh de hin polîs birîndar bûn û herî kêm 2 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Ji ber bûyeran Waliyê Korsîka bi xwepêşandêran re hevdîtin kiribû û ji wan xwestibû ku dawî li xwepêşandanên xwe bînin.

Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls û Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve der barê bûyeran de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew êrîşan şermezar dikin.