Muzakereyên Sûriyeyê wê di 25'ê Çileyê de destpê bikin

NY diyar kir, ku ew plan dikin muzakereyên ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di 25'ê Çileyê de li Cenevreyê bê destpêkirin.

Ofîsa Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra daxuyaniyek weşand û bal kişand ser biryarên di civîna Koma Destekkirina Sûriyeyê ya 18'ê Kanûnê li New Yorkê hatin wergirtin û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya van biryaran de NY ji bo muzakereyan xebatên xwe zêde kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew plan dikin muzakereyên ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di 25'ê Çileyê de li Cenevreyê bê destpêkirin.