Awûstûrya koçberên ne Afgan û Sûriyeyî vedigerîne

Polîsê Awûstûryayê ji bo neteweya koçberan diyar bike li ser sînorê Slovenyayê kontrola ziman da destpêkirin. Polîs, koçberên ku tespît dike ne Sûriyeyî û Afgan in, li Slovenyayê vedigerîne.

Polîsê Awûstûryayê ji bo neteweya koçberan diyar bike li ser sînorê Slovenyayê kontrola ziman da destpêkirin. Polîs, koçberên ku tespît dike ne Sûriyeyî û Afgan in, li Slovenyayê vedigerîne.

Rayedarên polîsan ên li ser sînorê Slovenyayê wezîfeyê dikin dan xuyakirin, ku ew bi koçberên dibêjin ji Afganîstan û Sûriyeyê hevpeyvînê dikin û piştî pirsên sivik ên li ser ziman û diyalekta bi kar tînin, pirsên li ser herêmê re, tespît kirine ku gelek koçber di mijara cihê jê hatine de derew kirine.

Çapemeniya Slovenyayê jî ragihand ku ji roja Şemiyê û vir ve 413 koçber ji Awûstûryayê hatine vegerandin. Lê belê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Slovenyayê di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de ragihandin, ku wan hiştine bi qasî nîvê koçberê hatine vegerandin, ji aliyê Awûstûryayê ve bên qebûlkirin.

Awûstûryayê di dema dawî de kontrolên xwe yên li ser sînor zêde kir. Bi taybetî, ji ber îxbarên li ser 'Wê di navbera Noel û Sala Nû de li Ewropayê êrîş werin kirin' kontrolên xwe yên li ser sînor zêde kir.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî di hefteya bihurî de ragihandibû ku hejmara koçberên xwe gihandine Ewropayê 1 mîlyon derbas kiriye.