Artêşa Amerîkayê dest ji projeya 'hêstirê robot' berda
Artêşa Amerîkayê êdî naxwaze projeya 'hêstirê robot' a ji bo hilgirtina bar a li ser erdê amade kir, bidomîne.

malpera Military.com a ku rewş û bûyerên li qada leşkerî radigihîne ragihand, ku ji ber gelekî deng derdixîne û ji aliyê qewetê ve qels e, ev materyala robot nikare bê bikaranîn.
Hêstirê robot LS3 ji aliyê saziya projeyên lêkolînên parastina pêşketî ve hat amadekirin û ji aliyê şîrketa Boston Dynamîcs ku xwediyê Google ye, hat çêkirin.
Robotê ji çar lingan, li gorî deng dikare tevbigere, li cihên dijwar dikare dakeve û hilkişe, dikare 180 kîlogram bar hilgire û ji bo bi serê xwe li cem leşkeran êrîş bike, dikare li erdê xwedî astengiyan bi pêş de biçe.
Ev lêkolîn hemû, ji bo xeteriya leşker pê re rû bi rû dimîne ji holê rake, hat kirin.
Ev nêrîna ku ji aliyê leşkerî ve di destpêkê de erênî hat dîtin, xuya ye li pêşberî qanûnên rastiyê eciqiye
Piştî tecrûbeyên bi mehan û xebatên li ser erdê hatin meşandin, artêşa Amerîkayê biryar da ku hêstirê robot LS3 di rewşên rasteqîn de nikare were bikaranîn.
Sedema xwe jî bi vî rengî hat ravekirin: Motora ji benzînê gelekî deng derdixîne û rîsk heye ku bi vî rengî nuqteyên leşker lê ne, aşkera bike."