Li Elmanyayê kêmaniya mamosteyan wê bandorê li sed hezaran zarokên penaber bike

Li Elmanyayê, ku tê texmînkirin bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtine, bi qasî 200 hezar zarokên penaber ji bo dest bi dibistanê bikin diçin dersên ziman.

Li Elmanyayê, ku tê texmînkirin bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtine, bi qasî 200 hezar zarokên penaber ji bo dest bi dibistanê bikin diçin dersên ziman. Lê belê ji ber kêmaniya mamosteyan, fikar hene ku zarokên penaber di perwerdeyê de li paş bimînin.

Li gorî lêkolîna rojnameya Welt am Sonntag, ji bo 200 hezar zarokên penaber ên li 16 welatên welêt dijîn, 8 hezar 264 polên ziman hatin avakirin. Ji bo li van polan ders werin dayîn, 8 hezar 500 mamoste dest bi kar kirin. Tê texmînkirin ku hejmara penaberên emrê wan ê xwendinê ye, zêdeyî 200 hezarî ye.

Seroka Konferansa Wezîrên Çand û Perwerdeyê yên 16 eyaletan (KMK) û Wezîra Perwerdeyê ya Sachsenê Brunhild Kurth da xuyakirin, ku dibistanên li Elmanya cara yekê ye bi zehmetiyeke ewçend mezin re rû bi rû hatiye. Kurth ragihand ku tevî vê yekê jî xeteriya 'hilweşînê' ya sîstema li dibistanan nîne.

DPhV: 8 HEZAR 500 MAMOSTE KÊM IN, PÊWÎSTÎ BI 20 HEZARAN HEYE

Fikar hene ku bi hatina penaberan di sala 2016'an de, wê di perwerdeya Elmanî ya zarokan de gelek pirsgirêkên cidî rû bidin.

Wezîr ragihand ku ji bo entegrasyona zarokên penaber li dibistanan, ji bo serketina perwerdeya ziman, girîng bi malbatan re têkilî were danîn.

Serokê Yekîtiya Fîlologên Elman (DPhV) Heînz-Peter Meîdînger li ser mijarê axivî û anî ziman ku eyaleta wê li pirsgirêkên cidî rast bên. Meîdînger diyar kir ku zehmet e mirov li ser hejmara penaberên di sala 2016'an de bên Elmanyayê texmînan bikin û hişyarî da ku mamosteyên heyî wê têra sala 2016'an nekin.

Serokê DPhV ragihand ku ji bo zarokên penaber 8 hezar 500 mamoste têrê nakin, pêwîstî herî kêm bi 20 hezar mamosteyan heye û xwest ku rayedar di vî warî de bi lezgînî bikevin nava tevgerê.