Hişyariya 'di sala 2016'an de wê El Nîno bandorê li mîlyonan kesîn bike'
Bûyera okyanûs-atmosferê El Nîno ku 5 salan carekê li Okyanûsa Mezin derdikeve holê, wê di sala 2016'an de li gorî yên beriya xwe bi rewşeke dijwartir derbas bibe.

Tê gotin ku El Nîno li hin herêma ziwabûnê zêde dike, li hin herêman jî lehiyan radike.
Li gorî pisporan bandora herî dijwar a El Nîno wê li Afrîkayê bê dîtin. Pirsgirêka xwarinê ya li parzemînê wê zêdetir bibe. Di nava şeş mehên pêş de wê li Karabîk û Amerîkaya Navîn û Başûr bandora El Nînor were dîtin.
Tê payîn ku di sala 2016'an de El Nîno ya herî dijwar a heta roja îro biqewime. Pispor ji ber aliyên însanî bi endîşe ne. Tê gotin ku El Nîno dikare bandorê li mîlyonan mirovî bike.
El Nîno germahiya global bilind dike. Sala 2015'an de weke sala herî germ a hat pênasekirin. Di sala 1988'an de El Nîno sîstema hewa ya cîhanê xera kiribû û tehtên mercan spî kiribû. Pispor dibêjin, ku pêkane niha jî rewşeke bi heman rengî biqewime.