Li Îngilîstanê lehî rabû: Xisara herî mezin a dema nêz rû da
Li bakurê Îngilîstanê, zerara ji ber lehiyê rû daye, mezin dibe. Tê gotin ku zerara ji ber vê karesata lehiyê, ku di nava 8 salên dawî de ya herî mezin e, 1,5 mîlyar Sterlîn derbas kiriye.

Li bakurê Îngilîstanê, barana ku di hefteya derbasbûyî de destpê kir û hînê dibare, rê li ber karesaetên mezin ên lehiyê vekir. Li gorî encamên xebata tespîtkirina xisarê, herî kêm 1,5 mîlyar Sterlîn (2 mîlyar Euro) zerar derketiye holê.
Ji ber ku baran wê di rojên pêş de bidome, endîşe heye ku zerara madî zêdetir bibe. Pispor di wê baweriyê de ne, ku şîrketê sîgortayê dibe ku tazmînata herî mezin a dema nêz bidin.
Di sala 2007'an de ji ber lehî û bahozê, li bakurrojhilat, herêmên navîn û başûr ên Îngilîstanê û li Gallerê, bi 3 mîlyar Sterlînî xisar çêbûbû.