Dengê AfD a rastgir-populîst a li Elmanyayê zêde dibe
Li Elmanyayê ku di mehên dawî de bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine û dijberiya li biyaniyan zêde bûye, partiya AfD a bi gotinên xwe yên rastgirî-populîst tê zanîn, xurttir dibe.

Li gorî anketa ku şîrketa Emnîd ji bo rojnameya Bîldê amade kir, partiya bi navê Alternatîfa ji bo Elmanya (AfD) a di Sibata 2013'an de ava bû û bi gotinên xwe yên rastgir-populîst tê naskirin, gav bi gav mezin dibe. AfD gihaşt heman asta partiyên Keskan û Çep (Dîe Lînke). Rêjeya dengê AfD weke ji sedî 9 tê destnîşankirin.
Li gorî anketê rêjeya dengê demokratên Xiristiyan ên hevparên mezin ên desthilatdariyê (CDU û CSU) zêde bû. Piştî krîza penaberan rêjeya dengê wan gihîşt ji sedî 39'an. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî pûanekî winda dike û dadikeve ji sedî 24'an.
Di anketê de tê dîtin ku partiya mûxalefeta sereke Dî Lînke gihaştiye rêjeya ji sedî 10'an a dengan. Partiya Keskan di rêjeya ji sedî 9'an de dimîne. Partiay Demokrat a Lîberal (FDP) a ku di sala 2013'an de li derveyî Meclîsê ma, bi rêjeya ji sedî 4'an, di binê benda ji sedî 5'an dimîne.
Encamên anketê nîşan didin, ku ji mehên havînê û vir ve ku bi sed hezaran penaber hatine vî welatî, gotin rastgir-populîst hîn bêhtir bala hilbijêran dikişînin.
AfD a ku di sala 2013'an de bi sozên terikandina Euro, vegera li Markê Elman, li dijî polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê serweriya neteweyî û tedbîrên tund ên li hemberî koçberiyê ava bû, di hilbijartinên Îlona 2013'an de ji sedî 4,7 ê dengan stendibû û bi rêjeyeke gelekî kêm di binê bendê de mabû. Balkêş e ku rêjeya ji sedî 4'an ad engên AfD, niha derketiye ji sedî 10'an.