Bîlançoya bahoza li DYA giran dibe
Bîlançoya ba û bahoza li eyaletên başûr û navînên DYA rabûn, giran dibe. Hat ragihandin ku herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Beriya Noelê li eyaletên Mîssîssîppî, Tennessee, Arkansas û Georgîa, ba û bahoz rabûn. Bahoza li Bîrmîngham a eyaleta Alabama jî, bû sedem ku banê gelek xaniyan û gelek dar ji şûna xwe rabin. Li vê eyaletê, li hemberî xeteriya karesatekê, rewşa lezgîn hat îlankirin.
Ji ber ba û bahozê li eyaleta Mîssîssîppî 10, li Tennessee 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku ev bîlanço girantir bibe.