Li Nîjeryayê zilma Boko Haram naqede: Bi dehan kes mirin
Li Nîjeryayê, ku di hedefa çeteyên Boko Haram ên ser bi DAIŞ'ê de ye, komkujî naqedin.
Li Nîjeryayê, ku di hedefa çeteyên Boko Haram ên ser bi DAIŞ'ê de ye, komkujî naqedin.
Li Nîjeryayê, ku di hedefa çeteyên Boko Haram ên ser bi DAIŞ'ê de ye, komkujî naqedin. Bîlançoya êrîşên çeteyan ên li hemberî Maîdûgûrî û Madagalî giran dibe. Tê gotin ku sivîl jî di nav de nêzî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Borno ya li bakurrojhilatê welêt, di du êrîşên xwekujî de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 90 kes birîndar bûn.
Lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 50 derbas kiriye. Di daxuyaniya fermî ya nexweşaneyan de hat ragihandin ku gelek cenazeyên din hatine anîn.
Teqîneke din a li Maîdûgûrî danê nîvro rû da, lê li ser vê êrîşê agahiyî nehat bidestxistin.
Li bajarê Madagalî ya li eyaleta Adamawa ku li başûrê eyaleta Borno ye, di du êrîşên xwekujî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên leşkerî li ser hejmara miriyan daxuyaniyeke zelall nedan. Şêniyên bajêr dibêjin ku herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Çeteyên Boko Haram, ji sala 2009'an û vir ve li herêma di navbera bakurrojhilatê Nîjeryayê, Nîjer û Çadê de komkujiyan dike. Ji ber êrîşên salên dawî bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan.