Kêmbûna buhayê petrolê ku ev saleke dewam dike û daketiye asta 35 dolarî, bandoreke neyînî li welatên ku aboriya wan li ser bingeha petrolê ye, dike. Di budçeya Erebîstana Siûdî valahî heyî 100 mîlyar dolar derbas kir.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Maliyeyê ya Siûdî ve hat dayîn, li gorî sala 2014'an di hatineyên petrolê de rêjeyek ji sedî 42'an kêmbûn heye. Wezaretê ragihand, ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê, hatineyên dewletê li gorî lêçûnên wê bi rêjeya ji sedî 15'an kêm bûye.
Li gorî vê yekê, lêçûnên budçeyê yên sala 2015'an ên Erebîstana Siûdî 975 mîlyar Rîal bû. Hatineyên heman salê jî di asta 608 mîlyar Rîalî de ma. Bi giştî 367 mîlyar Rîal (90 mîlyar euro) valahiyek derket holê. Tê payîn ku ev valahî di sala 2016'an de jî bidome.
Wezareta Maliyeyê da xuyakirin, ku ji bo girtina vê valahya mezin a budçeyê, ew ê hin polîtîkayên şidandina kemberê bixin meriyetê. Di vê çarçoveyê de wê teşwîqa ji bo berhemên petrol, elektrîk û avê werin bisînorkirin, baca tûtinê û gelek berhemên din were zêdekirin.