Li Ûkraynayê tevî 'agirbesta sersalê' jî mirov dimirin
Li Ûkraynayê tevî 'agirbesta Noelê û sersalê' ya di navbera hikûmetê û komên alîgirê Rûsyayê de hat îlankirin, hînê mirov dimirin. Artêş û komên Rûs ji ber êrîşan hev du sûcdar dikin.

Berdevkê artêşa Ûkraynayê Aleksander Motûziyanyk diyar kir ku tevî agirbestê jî di nava 24 saetên dawî de şer qewimiye.
Berdevk ragihand ku di êrîşa serhildêrên Rûs ên alîgirê serxwebûnê ya li dijî yekîneyên artêşê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye, 3 leşker jî birîndar bûne. Berdevk agahî neda ku êrîş ji ku derê û çawa hat kirin.
Li Donetskê, di êrîşa bi topan a yekîneyên artêşê de li gundekî herî kêm 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji berpirsyarên payebilind ên komên Rûs ên li herêmê Edûard Bassûrîn da xuyakirin, ku yek jê jin 2 sivîl, li gundê Zayîtseve yê li ser sînorê di navbera artêşê û yekîneyên Rûs de, ji ber topa hawanê ya li malekê ket, jiyana xwe ji dest dan.
Ev êrîş piştî ragihandina 'agirbesta sersalê' ya di navbera hikûmeta Ûkraynayê û komên Rûs ên li Donetsk û Lûhanskê 'Komara Gel' îlan kirine, pêk hat. Tevî ku agirbest ji Îlonê û vir ve di meriyetê de ye, şer heta niha dewam dike. Ji bo her du alî derfetê bidin gel ku pîrozbahiyên Noel û Sersalê bi aramî pîroz bike, da xuyakirin ku ew agirbesta 'misoger' îlan dikin.
Komên Rûs ên ji bo serxwebûna herêmên Donetsk û Lûhanskê xwe bi rêxistin kirin, ji meha Nîsana 2014'an û vir ve di navbera wan û hêzên ewlekariyê yên Ûkraynayê de şer diqewime. Ji hingî ve ji her du aliyan zêdeyî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.