Nîvê koça ber bi Îsraîlê, ji Fransa û Ûkraynayê ye
Li gorî Rapora Koçberiyê ya sala 2015'an a ji aliyê Jewîsh Ageny (Ajansa Yahûdiyan) ve hat weşandin, ji destpêka salê ve bi qasî 30 hear Yahûdî ji welatên cuda yên cîhanê koçî Îsraîlê kirine.
Li gorî Rapora Koçberiyê ya sala 2015'an a ji aliyê Jewîsh Ageny (Ajansa Yahûdiyan) ve hat weşandin, ji destpêka salê ve bi qasî 30 hear Yahûdî ji welatên cuda yên cîhanê koçî Îsraîlê kirine.
Li gorî Rapora Koçberiyê ya sala 2015'an a ji aliyê Jewîsh Ageny (Ajansa Yahûdiyan) ve hat weşandin, ji destpêka salê ve bi qasî 30 hear Yahûdî ji welatên cuda yên cîhanê koçî Îsraîlê kirine. Zêdeyî yek ji çar parên Yahûdiyên koçî Îsraîlê kirine, ji Fransayê hatine. Di rêza duyemîn de jî Ûkraynayî hene.
Li gorî rapora ajansê, hejmara kesên ji Fransayê koçî Îsraîlê kirine ji sedî 10 zêde bûye û gihaşiye 7 hezar 900 kesî. Bi qasî 7 hezar Yahûdiyên ji Ûkraynaya şerê navxweyî lê dewam dike koç kirin, li Îsraîlê bi cih bûn.
Sedema koçkirina Yahûdiyên Fransayê, ku di salên dawî de DYA jî li dû xwe hişt, antî semîtîzma zêde bûye tê nîşandan.
Di daxuyaniya Jewîsh Agency de hat gotin, "Gele kes êdî gihaştine wê baweriyê ku li Fransayê nikare bi awayekî vekirî weke Yahûdî bijî." Tê gotin, çalakiyên dijberiya Yahûdî û êrîşên tên kirin, bandora xwe li vê têgihiştinê kirine.
Di raporeke Konseya Yahûdiyan a Fransa (CRIF) a meha Tîrmehê de hişyarî hatibû dayîn, ku çalakiyên dijberiya Yahûdiyan ên li vî welatî gelekî zêde bûne.
Ajansê da zanîn ku ji bo koçkirinê pêwîstiya mirovan bi demeke dirêj heye. Tê gotin ku di sala pêş de ev koçberî wê zêdetir bibe.
Ji 16 mîlyon Yahûdiyên li gelemperiya cîhanê dijîn 475 hezar li Fransayê dimînin. Bi vê yekê re Fransa piştî DYA û Îsraîlê welatê sêyemîn e ku herî zêde Yahûdî lê dijîn.