Rêxistina Navneteweyî ya ji bo Koçberan ragihand ku di sala 2015'an de herî kêm 3770 koçberên hewl dan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinê da zanîn ku rêjeya mirina li Derya Spî li gorî sala 2014'an zêde bûye.
Rêxistina Navneteweyî ya ji bo Koçberan da xuyakirin, ku herî zêde mirovên ji Lîbyayê hewl dan xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rêxistinê, di meha Nîsanê de 1250 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji van 800 kes ji ber binavbûna keştiyekê jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina ku navenda xwe li Cenevreyê ye, da zanîn ku di sala 2015'an de bi giştî 5350 kes dema welatê xwe terikandine û hewl dane biçin welatekî din jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistinê, statîstîkên hikûmetan û çapemeniyê yên di vî warî de hesap kir û ev bîlanço derxist holê.
Piştî Derya Spî, herêma ku herî zêde koçberan lê jiyana xwe ji dest dane Kendava Bengalê ye. Li herêma sînor a navbera DYA û Meksîkayê jî 330 kesan jiyana xwe ji dest dan.