Li Yemenê agirbesta ji bo hefteyekê

Li Yemenê, ji ber hevdîtinên diyalogê yên îro li Cenevreyê destpê bikin, biryar dan ku 7 rojan agirbestê îlan bikin.

Li Yemenê, ji ber hevdîtinên diyalogê yên îro li Cenevreyê destpê bikin, biryar dan ku 7 rojan agirbestê îlan bikin.

Li ser daxwaza Serokkomarê Yemenî Abdûrabbû Mansûr Hadî, hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî dan xuyakirin, ku ji ber hevdîtinên diyalogê yên îro li Cenevreyê di navbera aliyan de bê destpêkirin, biryara agirbesta 7 rojan hatiye girtin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a fermî ya Erebîstana Siûdî SPA ve hat weşandin de, Serokkomar Hadî, ji ber hevdîtinên diyalogê ji hêzên kaolîsyonê xwest ji bo 7 rojan agirbestê îlan bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên koalîsyonê ev daxwaz qebûl kirine û ji saet 12:00 û pê ve di navbera 15-21'ê Kanûnê de biryara agirbesta 7 rojan girtiye.