Ji ber şewata li nexweşxaneyeke li Rûsyayê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li nexweşxaneyeke nexweşên derûnî ya li bajarê Voronejê, duh bi şev şewatek derket. Ji ber şewatê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li nexweşxaneyeke nexweşên derûnî ya li bajarê Voronejê, duh bi şev şewatek derket. Ji ber şewatê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şewata ku duh bi şev saet di 23:00 de destpê kir, bi temamiya avahiyê ket. Tîmên Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê hatin cihê bûyerê û dest bi vemirandina şewatê û xebatên rizgarkirinê kirin.

Di destpêkê de hat ragihandin ku çar nexweş di hundir de mane. Lê belê rewş danê sibehê aşkera bû. Alîkara Serokwezîrê Rûsyayê Olga Golodets da xuyakirin ku hejmara mirovên di karesatê de jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye. Golodets ragihand ku 23 nexweşan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku pêkane şewat ji ber sîstema elektrîkê rû daye.