Hilbijartinên Spanyayê: Li gorî anketan dengên Podemos zêdetir dibin

Li Spanyayê roja Yekşemê hilbijartinên giştî tên kirin. Tê payîn ku partiya mûxafazakar PP a li desthilatdariyê vê carê kêm bike.

Li Spanyayê roja Yekşemê hilbijartinên giştî tên kirin. Tê payîn ku partiya mûxafazakar PP a li desthilatdariyê vê carê kêm bike. Podemos a ku li aliyê çep weke alternatîf derket holê, li gorî anketan rêjeya dengê xwe bilind dike.

Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa lêkolînê GAD3 ve hat kirin, bi nêzîkbûna hilbijartinên roja Yekşemê re dengên Podemos zêde dibin.

Li gorî anketê Partiya Gel (PP) a mûxafazakar a li desthilatdariyê, bi rêjeya ji sedî 28,3 re 117 heta 124 kursiyên li parlamentê qezenc bike. Partiya Sosyalîst (PSOE) a mûxalefa bingehîn jî li gorî anketê wê rêjeya ji sedî 21,2 ê dengan bistîne. Tê texmînkirin ku Cîûdadanos a lîberal jî ji sedî 18 ê dengan werbigire.

Podemos a ku tê payîn ji kedkar, karker, ciwan û mirovên xwedî hatineyeke kêm dengan werbigire, rêjeya dengên wê gav bi gav zêde dibe. Li gorî anketa GAD3, rêjeya dengê Podemos ku di hefteya bihurî de ji sedî 16,6 bû, vê hefteyê gihaştiye ji sedî 17,6. Podemos, weke partiya bira ya Syrîza derdikeve pêş.