Bang Kî-Moon: Ji bo bicihanîna armancên avhewayê banga lezgîn kir

Di civîna bilind a avhewayê COP21 a hefteya derbasbûyî li Parîsê hat lidarxistin de, ji bo parastina avhewayê hin armanc hatin destnîşankirin. Lê belê fikarên li ser bicihanîna van armancan, hînê dewam dikin.

Di civîna bilind a avhewayê COP21 a hefteya derbasbûyî li Parîsê hat lidarxistin de, ji bo parastina avhewayê hin armanc hatin destnîşankirin. Lê belê fikarên li ser bicihanîna van armancan, hînê dewam dikin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon bang li welatan kir, ku ji bo bicihanîna sozên dane, bikevin nava tevgerê.

Seekreteê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon li New Yorkê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji bo bicihanîna peymana avhewayê ya li Parîsê hat qebûlkirin xwest, 'ji îro û pê ve' her kes hemû welat bikevin nava tevgerê. Ban Kî-Moon got, "Ji bo sozên (Di konferansa Avhewayê de) hatine dayîn veguherin aksiyonên bi biryar û lezgîn, ez ji hikûmetan û hemû sektorên civakê bawer dikim" û destnîşan kir ku peymana avhewayê ji bo cîhanê 'sîgorta jiyanê' ye.

Ban Kî-Moon da zanîn ku ji bo îmzekirina peymana avhewayê ew ê di meha Nîsanê de seremoniyekê lidar bixe û di 5-6'ê Gulana 2016'an de jî bi beşdariya nûnerên şîrket û civaka sivîl planeke 'asta bilind a çalakiyan' derxînin. Ban Kî-Moon diyar kir ku di civîna bilind a meha Gulanê de, ji bo 'zelalkirina' armancên li Parîsê hatin qebûlkirin, wê nexşerêyekê bê destnîşankirin.

Di civîna bilind a avhewayê COP21 a di navbera 30'ê Mijdarê-12'ê Kanûnê ya li Parîsê de, ragirtina germahiya global di bin 2 dereceyî de, weke armanc hatibû destnîşankirin.