Xebatkarên balafirgeha Yewnan li dijî 'dagirkeriya Elman' derdikevin
Li Yewnanîstanê, li dijî xwemalîkirina balafirgehan ku bi desthilatdariya Syrîza re pêk hat, sendîkayên karkeran rabûn ser piyan.
Li Yewnanîstanê, li dijî xwemalîkirina balafirgehan ku bi desthilatdariya Syrîza re pêk hat, sendîkayên karkeran rabûn ser piyan.
Li Yewnanîstanê, li dijî xwemalîkirina balafirgehan ku bi desthilatdariya Syrîza re pêk hat, sendîkayên karkeran rabûn ser piyan.
Di çarçoveya xebatên xwemalîkirinê yên hikûmeta Syrîza di meha Tebaxê de qebûl kir de, 14 balafirgehên li bajarên girîng ên tûrîstîk, di berdêla 1,2 mîlyar euro û salane 23 mîlyon euro re mafê xebitandina wan radestî şîrketa Fraport a Elman tê kirin. Balafirgehên ku ji bo 40 salan hatin xwemalîkrin, eger pêwîstî pê were dîtin ku heta 50 salan jî ji aliyê şîrketa Fraport ve bê bikaranîn.
Li van balafirgehan, sê ji çar parên seferên tûrîstîk tê kirin. Sendîkaya Osypa ya ku bi deh hezaran kedkarên li van balafirgehan temsîl dike, Fraport a bi Copelûzos Groûp re îhaleya xwemalîkirinê qezenc kir, weke 'dagirker' dibîne. Sendîkayê û bajarên balafirgeh lê ne, ji bo betalkirina vê biryarê serî li Dadgeha Îdare ya Bilind dan. Biryara li ser mijarê wê di 8'ê Çileyê de bê dayîn.
Sendîkaya Osypa diyar kir ku şîrketa Fraport ji sedî 85 ê balafirgehên li welêt kiriye malên xwe, lewma divê weke 'dagirker' bê dîtin. Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Vasîlîs Aleksîzopûlos da xuyakirin ku wî ev nêrînên xwe bi rêveberê şîrketa Fraport Stefan Schûlte jî parve kiriye.
Hêviyeke din a sendîkayan a li dijî xwemalîkirina balafirgehê ew e ku Wezîrê Ragihandinê Hrîstos Spîrtsîs sibê vê peymanê mor neke. Spîrtsîs di meha Îlonê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ew li hemberî xwemalîkirinê ye.
Xebatkarên balafirgehan dibêjin, ku eger xwemalîkirin neyê betalkirin, ew ê bi grev û çalakiyên qelskirina kar re, trafîka balafiran bitevizînin.