COP21: Hedefa germahiya global 1,5 derece ye
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laûrent Fabîûs belgeya lihevkirinê ya konferansê ku piştî muzakereyên 12 rojan bi encam bû, da xuyakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laûrent Fabîûs belgeya lihevkirinê ya konferansê ku piştî muzakereyên 12 rojan bi encam bû, da xuyakirin.
Di Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 a li Parîsê ji 30’ê Mijdarê ve didome, lihevkirineke çêbû, hedefa sînorkirina germahiya global li şûna 2 dereceyan 1,5 derece wek sernavê herî girîng derket pêş.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laûrent Fabîûs belgeya lihevkirinê ya konferasê ku piştî muzakereyên 12 rojan bi encam bû da xuyakirin.
Fabîûs got, ‘hatine dawiya rêyekê’ û ‘di serê rêyek din de ne’. Fabîûs destnîşan kir ku ev belgeya lihevkirinê ya ji delegeyên welatên endamê NY tê pêşkêşkirin, encama xebatên wan ên 4 salan e, bal kişand ser bandora têkoşîna rêxistin û mîlîtanên havîrdor.
Hedefên lihevkirinê ya ku Fabîûs da xuyakirin û ji bo derbasdar bibe divê di rûniştinê de serokên dewletan qebûl bike, wiha ne:
-Sînordarkirina germahiya global li şûna 2 dereceyan a ku heta dawiya vê sedsalê bibû hedef, bi 1,5 dereceyê bê sînordarkirin.
-Têkîldarî belavkirina gazan, her ji 5 salan carekê nûkirina hedefên welatan.
-Gazên bi bandora serayê yên dibin sedema germahiya gerdûnî, li gor hedefên berê hatibûn diyarkirin bên kêmkirin.
-Heta sala 2020’an ji welatên gravê yên ku ji guhertina avhewayê yê bi sedema germahiya global herî zêde bandor dibin û welatên xîzan ên ku wê derbasî enerjiya xwe nû dike bibin alîkariyek malî ya 100 mîlyar dolar bê kirin. Heta sala 2025’an jî bilindkirina vî mîqtarî.
-Her 5 salan carekê derxistina bîlançoya kollektîf , li gor wê jî hedefên avhewayê ji nû vê diyarkirin.
-Li şûna ‘parastina ji sedî sed berjewendî û xetên sor’ ên welatan, bi hevparî dîyarkirina hedefên avhewayê.
-Enerjiyên xwe nû dike, mezinbûna aborî jî li ber çavan bê girtin û bê zêdekirin. Dema ev tevahî çêdibin, tevahî welatên cîhanê divê ji pîvanên edaleta civakî, aştî û mezinbûna adil re rêzê bigirin.
Laûren Fabîûs xwest ku ji bo gihiştina hedefên avhewayê divê rêveberên tevahî welatan waadên di vekirina konferansê de anîne ziman bicih bînin.
Konferansa çapemeniyê ya di civîna avhewayê de bi Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon, Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û Sekretera Hevpeymana Çarçoveya Guhertinên Avhewayê ya NY Chrîstîana Fîgûeres re didome.
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon pêwîstiya belgeya lihevkirinê ya divê bê pêjirandin destnîşan kir. Ban Kî-moon xwest ku welatên endam li ser ‘mijarên polemîk’ tevnegerin û piştgiriya hedefên avhewayê yê ji bo pêşerojê girîng e, bê kirin.