Li Fransayê tûra duyemîn a hilbijartinên herêmî tê kirin

Piştî tûra yekemîn a hilbijartinên kosneya herêman a Fransayê, ku roja Yekşemê pêk hat û Eniya Neteweyî (Front National-FN) a rastgiriya tund bû partiya yekemîn, îro tûra duyemîn tê kirin.

Piştî tûra yekemîn a hilbijartinên kosneya herêman a Fransayê, ku roja Yekşemê pêk hat û Eniya Neteweyî (Front National-FN) a rastgiriya tund bû partiya yekemîn, îro tûra duyemîn tê kirin. Li sê herêmên girîng, ji bo rastgiriya tund bi ser nekeve, partiyên çep xwe ji hilbijartinê vekişandin û tê payîn ku hilbijêrên çep dengê xwe bidin rastgiriya navendî.

Di hilbijartinên ji bo 12 konseyên herêman û 2 assambleyan de, li herêmên Alsace-Champagne Ardennes-Lorraine, Nord-Pas-de-Calais-Picardie û Provences-Alpes-Cote d’Azur (PACA) ku FN zêdeyî ji sedî 35 ê dengan stend, tê payîn ku têkoşîneke dijwar a hilbijartinê rû bide. Namzetê Partiğay Sosyalîst (PS) ê ku li herêma Alsace-Champagne-Ardennes-Lorraine bû sêyemîn, tevî daxwaza partiya xwe û desthilatdariyê jî xwe ji tûra duyemîn venekişand. Li her du herêmên din, namzetên sosyalîst xwe vekişandin.

Li herêma Nord-Pas-de-Calais-Picardie ku lîdera partiya nîjadperest FN Marîne Le Pen namzet e û li herêma Provences-Alpes-Cote d’Azur (PACA) ku biraziyê wê Marîon Marechal Le Pen di destpêka lîsteyê de cih digire, şensê namzetên Partiya Komarger (LR) a bi lîderiya Nîcolas Sarkozy heye ku bi ser bikevin. Li gorî anketan, li herêmên ku namzetên FN ên di tûra yekemîn de ji sedî 41 ê dengan stendin, wê di tûra duyemîn a îro de namzetên LR bi rêjeya jis edî 53-55'an dengan werbigirin. Lê belê ev encam, bi çûyîna ser sindoqan a hilbijêrên çep pêkan e.

Yek ji herêmên girîng Alsace-Champagne-Ardennes-Lorraine e. Li vê herêmê, ji ber ku namzetê PS Jean Pîerre Masseret xwe lîsteya xwe venekişand, şensê lîsteya FN zêde ye ku bi ser bikeve. FN di tûra yekemîn de li vê herêmê ji sedî 36 ê dengan stendibû.

Li Korsîkaya ku 4 lîste di nava pêşbirkê de ne, Serokê heyî yê Assambleyê Paûl Gîacobbî, bi saya tifaqa xwe ya bi namzetên din ên çep re, xwedî şensê qezenckirinê ye.