Muzakereyên endametiya Sirbîstanê li Yekîtiya Ewropayê bi pêş ve diçin
Hevdîtinên endametiyê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Sirbîstanê, bi pêş ve diçin.
Hevdîtinên endametiyê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Sirbîstanê, bi pêş ve diçin.
Hevdîtinên endametiyê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Sirbîstanê, bi pêş ve diçin. Sirbîstan a ku bi peymana sala 2013'an ve hewl dide aloziya xwe ya bi Kosovayê re çareser bike, di rêya endametiya Yekîtiya Ewropayê de bi pêş ve diçe.
Di encama hevdîtinên duh ên li Brukselê de biryat hat dayîn ku di muzakereyên endametiya Sirbîstanê de du mijarên din jî bên vekirin. Yek ji van serenavan li ser kontrolên malî, ya din jî kûrkirina 'pêvajoya normalbûyînê' ya navbera Sirbîstan û Kosova ye.
Serokwezîrê Sirbîstanê Aleksandr Vûcîc li ser muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re axivî û got, "Ev ye ji bo me gaveke girîng e. Êdî pêwîstiya me bi xeyalkiirna Ewropayê nîne" û destnîşan kir, ku endametiya yekîtiyê, encama misoger e.
Ji bo endametiya yekîtiyê 35 mijar hene, ku divê muzakere li ser bê kirin. Lê belê vekirin û muzakerekirina mijara herî dawî, rewşeke kêm caran tê dîtin e. Ev serenav bi giranî di asta dawî ya muzakereyên endametiyê de tê vekirin.
Di daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de jî hat ragihandin, ku qebûlkirina endamekî nû li nava yekîtiyê, wê berî sala 2020'an pêk neyê. Komîserê ji berfirehbûnê berpirsyar ê yekîtiyê Honanes Hahn diyar kir ku heta pêvajoya aştiyê ya navbera Sirbîstan û Kosovayê mayînde nebe, ew ê endametiyê qebûl nekin.
Tevî Sirbîstanê bi Tirkiye, Makedonya, Karadag û Arnavûtlûkê re jî muzakereyên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê didomin.