Li Erebîstana Siûdî sê jin ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, li Cîddeyê 2, li Mekkeyê jî jinek ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin.

Di dîroka Erebîstana Siûdî de, yekemcar hilbijartinek ku jin hem bûn namzet hem jî deng bi kar anîn, pêk hat.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, li Cîddeyê 2, li Mekkeyê jî jinek ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin.

Li Siûdî, qedexe ye ku jinek wesayîtê bajo. Her wiha mêrek ne li cem be, nikare ji bo gerê biçe cihekî.

Li Erebîstana Siûdî ya ku bi Monarşiyê tê birêvebirin û parlamenta xwe nîne, gel bi tenê di hilbijartinên şaredariyê de dikare dengê xwe bi kar bîne.

Di hilbijartinên duh hatin kirin de ji nava 6 hezar 140 namzetan 865 jê jin bûn.