Li Swîsreyê 2 kes ji ber sûcdariya terorê hatin girtin
Li Cenevreyê, 2 kesên roja Înê hatin binçavkirin, ji ber sûcdariya hilberîna teqemenî û gazên bi jehr hatin girtin.

Serdozgeriya Federal a Swîsreyê da xuyakirin ku 2 gumanberên roja Înê dema ji Cenevreyê ber bi sînorê Fransayê ve diçûn hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Dozgeriyê ragihandin ku der heqê van her du gumanbaran de ji ber sûcên madeyên teqemeniyê û gazên bi jehr çêkirine, veşartine û ragirtine, lêpirsîn hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ev şexs wê bi binpêkirina qanûnên Swîsreyê yên rêxistinên milîtan ên weke El Qaîde û DAIŞ qedexe dikin, bên darizandin.
Piştî komkujiya Parîsê li vî welatî tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin. Bi taybetî li garên trenê û li ser sînor, tedbîr hatine zêdekirin.
Her wiha hejmara polîsên li navendên kombûnê yên li bajaran hatin zêdekirin.