Boko Haram herî kêm 30 gundî qetil kir
Li Nîjeryayê, di êrîşên çeteyên Boko Haram de herî kêm 30 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê, di êrîşên çeteyên Boko Haram de herî kêm 30 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku di êrîşên çeteyên Boko Haram ên li Nîjeryayê de herî kêm 30 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, êrîş li hemberî 3 gundên li eyaleta Borno ya li bakurrojhilatê welêt e, hatine kirin. Tê gotin ku çeteyê êrîş pêk anîn, bi sator û biviran gundî qetil kirine.
Gundiyên ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatin qetilkirin, cîranên gundê Serokê Fermandariya Giştî yê Nîjeryayê Tûkûr Yûsûf Bûratayî ne.
Borno yek ji wan eyaletan e ku herî zêde çeteyên Boko Haram lê komkujiyan dikin. Roja Şemiyê jî li hemberî komên Şîa yên li eyaleta Kadûna ya li bakurê welêt rê birîn, yekîneyên artêşê êrîş pêk anî bûn û di encamê de bi sedan kes kuştibûn.