Iraq: Bila dewleta Tirk leşkerên xwe bikşîne
Daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku 4’ê Kanûnê beşek ji leşkerên şandinê bajarê Mûsilê yê Iraqê vekişandine, rêveberiya Bexdayê tatmîn nekir.

Di daxuyaniya ji Serokwezirtiya Iraqê hate kirin de hat xwestin ku bila leşkerên Tirk ên li herêma Başîka bi temamî ji axa Iraqê bên kişandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rewşa rêzgirtina welatê cîran Tirkiyeyê ji bo serweriya neteweyî ya Iraqê û bi temamî xwe ji axa Iraqê kişandin hê jî rewşek derbasdar e.”
Ji ber Tirkiye bi meqamên Bexdeyê re neketibû nav koordînasyonekê û leşker şandibû Mûsilê rastî bertekên mezin ê rêveberiya Bexdeya hatibû, rêveberiyê jî ev mijar biribû rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.