Li Fransayê rastgiriya tund 'vê gavê' hat rawestandin

Li Fransayê, zêdebûna tevlîbûna hilbijêran li hilbijartinên herêmî yên duh bû sedem ku Front National a rastgiriya tund (Eniya Neteweyî-FN) li hemû herêman winda bike. Lê zêdebûna rêjeya dengê partiya nîjadperest balê dikişîne.

Li Fransayê, zêdebûna tevlîbûna hilbijêran li hilbijartinên herêmî yên duh bû sedem ku Front National a rastgiriya tund (Eniya Neteweyî-FN) li hemû herêman winda bike. Lê zêdebûna rêjeya dengê partiya nîjadperest balê dikişîne. 

Rêjeya tevlîbûna hilbijêran li gorî tûra yekemîn bi 9 pûanan zêde bû û gihaşt rêjeya ji sedî 59'an. Piştî jimartina ji sedî 98 ê dengan, LR û partiyên din ên rastgir ji sedî 40,6, Partiya Sosyalîst (PS) û tifaqên wê ji sedî 29,2, FN ji sedî 27 û lîsteyên çep ên li derveyî PS ji sedî 2,5 ê dengan stendin.

Lîsteyên hevpar ên Komargerên (LR) bi seroaktiya Nîcolas Sarkozy ên bi partiyên din ên rastgiriya navendî re kir, 7 herêmên li Fransayê qezenc kir. Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê jî, 5 herêmên girîng ên di destê xwe de parast. Tevî herêma Ile-de-France ku paytext Parîs jî di nav de ye, li herêmên Alsace-Champagne-Ardennes-Lorraine, Auvergne-Rhône-Alpes, Nord-Pas-de-Calais-Picardie, Normandiya, Pays de la Loire û Provence-Alpes-Côte-D’azur lîsteyên rastgir ên bi pêşengiya LR bi ser ketin.

Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê jî, mîna hemû hilbijartinên xwecihî yên 2 salên dawî, di hilbijartinên herêmî de jî kêm kir, lê belê ji têkçûneke mezin rizgar bû. Namzetên PS ku di hilbijartinên 2010'an de temamiya herêman qezenc kirin, vê carê bi tenê herêmên Aquitaine-Limousin-Poitou-Charentes, Bourgogne-Franche-Comté, Bretagne, Centre-Val de Loire û Languedoc-Roussilllon-Midi Pyrenees qezenc kirin.

Li Korsîkayê jî lîsteya bi pêşengiya Şaredarê Bastîa yê neteweperest Gîlles Sîmeonî bi ser ket. Ji herêmên li aliyê din ê deryayê li Reûnîonê LR dengê rastgirên tund wergirt. Li Guyane lîsteya çep bi ser ket. Li du herêmên din ên deryayê, encam hînê zelal nebûne.

FN TI HERÊM QEZENC NEKIR, LÊ XURTTIR BÛ

Bangên ji bo Eniya Neteweyî (FN) ya rastgiriya tund a bi lîderiya Marîne Le Pen qezenc neke hatin kirin, bandoreke erênî afirand û rêjeya tevlîbûnê gihaşt ji sedî 59'an. Namzetên Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê, di tûra duyemîn de li herêmên Nord-Pas-de-Calais-Picardie ve Provence-Alpes-Cote-D’azur ku Marîne Le Pen û biraziyê wê Marîon Le Pen lê namzet bûn, xwe vekişandin û bi saya vê yekê nehişt ku FN bi ser bikeve.

Lê belê tevî rêjeya bilind a tevlîbûnê jî, pêşî li zêdebûna dengên rastgiriya tund nehat girtin. FN a ku di tûra yekemîn a 6'ê Kanûnê de 6 mîlyon deng stend, di tûra duyemîn de dengê xwe kir 6,9 mîlyon û rêjeyeke ji sedî 27,4 bi dest xist.

Encamên hilbijartinê nîşan dide, ku di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2017'an de xeteriya desthilatdarbûna rastgiriya tund heye.