YE ji bo welatiyên xwe jî kontrola sînoran a birêkûpêk dixwaze

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew dixwazin, di navbera welatên di nava Peymana Schengenê de cih digirin, kontrolên sînoran bi xurtî werin kirin û ev kontrol ji bo welatiyên YE jî derbasdar be.

Alîkarê Serokê Komîsyona YE Frans Tîmmermans di rûniştina li Parlamenta Ewropayê de axivî û diyar kir ku bi armanca 'têkoşîna li dijî terorîzmê' divê hin xalên Peymana Schengenê bên guhertin. Tîmmermans da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna rîska êrîşan ji aliyê çeteyên ji Sûriye û Iraqê vegeriyane ve bên kirin, bal kişand ser girîngiya kontrolên berfiren ên li ser sînor.

Tîmmermans diyar kir ku divê di çarçoveya kontrolên sînor de welatiyên 22 welatên YE ên beşek ji Peymana Schengenê ne, birêkûpêk werin kontrolkirin û zanîn ku ji bo vê yekê, pêwîste esasên peymanê yên li ser sînoran werin guhertin. Tîmmermans anî ziman ku ew alîgir in; daneyên rêxistinên polîsan ên welatên endam jî, li ser sînoran bi hevkarî bên bikaranîn.

Frans Tîmmermans bibîr xist ku êrîşên 13'ê Mijdarê yên li Parîsê bûn sedema mirina 130 kesan, ji aliyê endamên DAIŞ'ê yên ji Sûriyeyê vegeriyane ve hatiye kirin.