Bedêla koça penaberan a li Elmanyayê wê salane 55 mîlyar euro be

Li Elmanyayê, ku tê payîn heta dawiya salê hejmara penaberên îsal hatine Elmanyayê bigihêje 1 mîlyonî, li gorî lêkolînekê maliyeta salane ya penaberan li dewletê wê ji 25 heta 55 mîlyar euro be.

Li Elmanyayê, ku tê payîn heta dawiya salê hejmara penaberên îsal hatine Elmanyayê bigihêje 1 mîlyonî, li gorî lêkolînekê maliyeta salane ya penaberan li dewletê wê ji 25 heta 55 mîlyar euro be. Pispor di wê baweriyê de ne, ku ev lêçûna ku ji sedî 2 ê aboriya Elmanyayê ye, ji aliyê 'malî' ve dikare bê dayîn.

Di lêkolîna Enstîtuya Ekonomiya Cîhanê (IfW) a li bajarê Kîelê de, li gorî du senaryoyên cuda yên li ser penaberên heta sala 2020'an bên welêt, hesab hatin kirin. Li gorî senaryoya 'xweşbîn' salane 360 hezar penaber bên Elmanyayê, li gorî senaryoya duyemîn jî ev hejmar 1 mîlyon e.

Li gorî senaryoya destpêkê, maliyeta salane ya koçberiyê ya li budçey Elmanya 25 mîlyar euro ye. Lê belê ji ber şerê li Sûriyeyê hejmara penaberan wê gelekî zêdeyî 360 hezarî be. Lewma ev senaryoya destpêkê gelekî 'xweşbîn' tê dîtin.

Li gorî senaryoya duyemîn, lêçûnên li koça penaberan, wê salane 55 mîlyar euro be.

Pisporê IfW Matthîas Lucke yê lêkolîn bi rê ve bir da xuyakirin ku ev yek ji sala 1990'î û vir ve maliyeta herî zêde ye, lê belê bi saya mezinbûna aboriya Elmanyayê ev lêçûn dikare bê dayîn.