Li Îranê vîrûsa H1N1 rê li ber mirina 42 kesan vekir

Li Îranê, ji meha Mijdarê û vir ve ji ber vîrûsa H1N1 (şewba berazan) 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê, ji meha Mijdarê û vir ve ji ber vîrûsa H1N1 (şewba berazan) 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku ji ber vîrûsa H1N1, ji meha Mijdarê û vir ve 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî medya Îranê, ji roja Duşemê û vir ve 9 kes ji ber vê şewbê mirine. Li gorî bîlançoya nû, li eyaleta Kerman a li başûrê welêt 33, li Sîstan Belûcîstanê 5 li sê eyaletên bakur 4 kes û li Kerec a cîranê Tehranê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Vîrûsa H1N1 di meha Mijdarê de li eyaletên Kerman û Sîstan Belûcîstanê hat dîtin. Heta niha ji ber vîrûsê bi sedan kes rakirine nexweşxaneyan. Rayedar hişyariyê didin ku vîrûs pêkane li Tehran, eyaletên Rojhilat û Rojavayê Azerbaycanê û Kirmanşahê belav bibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, piştî ku şewba berazan di Hezîrana 2009'an de li DYA û Meksîkayê hat dîtin, alarma şewbê dabû. Heta Tebaxa 2010'an dema rakirina alarma şewbê li 214 welatan 18 hezar 500 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê şewba berazan cara yekemîn di Hezîrana 2009'an de di ciwanekî 16 salî yê ji DYA vegeriya de hatibû dîtin.