Di şerê li Ûkraynayê de zêdeyî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), ji Nîsana 2014'an û vir ve di şerê li Ûkraynayê de zêdeyî 9 hezarn kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di şer de sivîl, leşkerên artêşa Ûkraynayê, polîs û endamên komên Rûs ên alîgirê serxwebûnê jî di nav de bi giştî 9 hezar 98 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 hezar 732 kes jî birîndar bûn.

Di raporê de bîlançoya navbera Nîsana 2014 û 15'ê Mijdara 2015'an tê vegotin. Di raporê de hat ragihandin ku di nava sê mehên dawî de hatiye tespîtkirin ku 1.200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Ûkraynayê, di encama xwepêşandanên protestoyî yên di Mijdara 2013'an de bi desteka welatên rojavayî destpê kirin de, Serokkomarê hingî Vîktor Yanûkovîç ji wezîfeyê hatibû girtin û di Sibata 2014'an de neçar mabû welêt biterikîne. Li Qirim, Donetsk û Lûganskê, Rûsan li hemberî serweriya komên faşîzan û neteweperest ketin nava tevgerê û serxwebûna xwe ragihandin.

Qirim tevlî Rûsyayê bû. Beşeke girîng a herêmên Donetsk û Lûgansk jî, di bin serweriya komên ji xwe re dibêjin 'komara gel' de ye.

...