Gotinên nefretê yên Pegîda ket ber lêkolîna polîsan

Tevgera Pegîda ya par li Elmanyayê derket holê û xwe gihand bi hezaran alîgiran, ji ber çalakiyên wê derbasî asta xwepêşandanên nîjadperestiyê bûn, ket ber lêkolîna polîsan.

Tevgera Pegîda ya par li Elmanyayê derket holê û xwe gihand bi hezaran alîgiran, ji ber çalakiyên wê derbasî asta xwepêşandanên nîjadperestiyê bûn, ket ber lêkolîna polîsan. Qedexekirina çalakiyên Pegîda di rojevê de ye. 

Tevgera nîjadperest Pegîda (Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslambûna Rojava) ji ber axaftinên nîjadperestî yên di meşa roja Duşemê de, ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Di çalakiya dawî ya li Dresdenê de ku parlamenterên nîjadperest ên Belçîkayê Fîlîp Dewînter û Anke van Dermeersch weke qiseker beşdar bûn de, gotinên cihêkarî û nefretê yên li hemberî Misilmanan hatin bilêvkirin. Li ser vê yekê, polîsan lêkolîn dan destpêkirin.

Şaredariya Dresdenê da xuyakirin, ku piştî lêkolîna polîsan, bi sedema 'gel ber bi kîn û dijminatiyê ve dibe' çalakiyên Pegîdag bên qedexekirin. Pegîda plan dike ku Duşema bê û Duşema beriya Cejna Noelê li Tehaterplatzê xwepêşandanê lidar bixe.