Moskowa: Îdîaya Tirkiyeyê ya 'xalîkirina etnîkî' bêbingeh e
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova, li ser îdîaya Tirkiyeyê ya dibêje; Rûsya li Sûriyeyê 'xalîkirina etnîkî' dike got, "Nîşan dide bê çiqasî ji rastiya Sûriyeyê dûr e."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova, li ser îdîaya Tirkiyeyê ya dibêje; Rûsya li Sûriyeyê 'xalîkirina etnîkî' dike got, "Nîşan dide bê çiqasî ji rastiya Sûriyeyê dûr e."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova, li ser îdîaya Tirkiyeyê ya dibêje; Rûsya li Sûriyeyê 'xalîkirina etnîkî' dike got, "Nîşan dide bê çiqasî ji rastiya Sûriyeyê dûr e." Zaharova ji bo hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Mûsilê jî destnîşan kir, ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova civîneke çapemeniyê lidar xist û ji bo îdîayên ku Tirkiye dibêje Rûsya li bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê 'xalîkirina etnîkî' dike, got "Ev îdîa 'bê bingeh'in."
Zaharova diyar kir ku ev îdîayên Enqereyê di asta sûcdariyê de jî nîne û got, "Ev îdîa nîşan didin ku rêveberiya Tirkiyeyê çiqasî ji qewimînên li Sûriyeyê, ji jiyan û rastiyan dûr e. Ev daxuyaniyên Enqereyê, êrîşkariya kesekî bêhêz tîne pêş çavên min."
'TIRKIYEYÊ BI AWAYEKÎ VEKIRÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIR'
Li ser şandina leşkerên Tirk ji Mûsilê re Zaharova got, "Tirkiyeyê bi vê yekê re hiqûqa navneteweyî bi awayekî vekirî binpê kiriye."