CDU dixwaze mafê welatîbûnê ji çeteyan bistîne

Hevkarê mezin ê desthilatdariya li Elmanyayê CDU, wê di kongreya xwe ya hefteya pêş de tedbîrên li hemberî DAIŞ'ê û endamên çeteyên din ên Îslamî yên tund, bixe rojeva xwe.

Hevkarê mezin ê desthilatdariya li Elmanyayê CDU, wê di kongreya xwe ya hefteya pêş de tedbîrên li hemberî DAIŞ'ê û endamên çeteyên din ên Îslamî yên tund, bixe rojeva xwe. Di nava van tedbîran de wergirtina welatûna Elman ji çeteyên xwedî mafê du welatiyan e û cezakirina çalakiya 'pesindayîna rêxistinên terorîst' hene.

Mezintirîn hevparê desthilatdariya li Elmanya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyana (CDU) wê roja Duşemê li bajarê Karlsrûheyê kongreya xwe bicivîne. Di nava pêşniyarên pêşkêşî kongreyê werin kirin de, wergirtina welatîbûna Elman ji endamên rêxistinên çete yên mîna DAIŞ'ê, heye. Li gorî vê pêşniyarê, eger çete welatiyên du alî bin, wê welatîbûna Elman ji wan bê stendin.

Alîkarê Seroka Giştî Thomas Strobel li ser pêşnûme pêşniyara rêveberiya CDU pêşkêş bike de axivî û got, "Kesekî endamê rêxistineke terorîst tê wateya 'li hemberî nirxên Elmanya' derketiye." Strobl da xuyakirin ku eger pêşnûme di kongreya CDU de bê qebûlkirin û piştre bibe qanûn, wê endamên çete yên weke 'cîhadî' pênase dikin, nikaribin ji nû ve bikevin nava Elmanyayê.

Li gorî pêşnûmeya pêşkêşî kongreyê bê kirin, kesên xwedî mafê welatîbûna du alî ne, eger endamê rêxistineke terorîst a li derveyî welat be, wê welatîbûna xwe ya Elman winda bike.

Di pêşnûmeya bi serernavê "Teror, Ewlekarî, Penaber û Ahengiyê" de, her wiha tê xwestin ku "sempartî û pesindayîna rêxistinên terorîst" bê cezakirin. Di pêşnûmeyê de pêşniyar tê kirin ku li hemberî rêxistinên selefî yên tund ên di ser înternetê re xwe bi rêxistin dikin, tedbîrên tund werin girtin.