Ji morkirina peymana avhewayê kêm ma

Metna peymana lihevkirinê ya civîna bilind a COP21 ya li Parîsê ji 30'ê Mijdarê û vir ve dewam dike, li benda morkirinê ye. Tê payîn ku peyman saet di 09:00 de bê aşkerakirin.

Metna peymana lihevkirinê ya civîna bilind a COP21 ya li Parîsê ji 30'ê Mijdarê û vir ve dewam dike, li benda morkirinê ye. Tê payîn ku peyman saet di 09:00 de bê aşkerakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs ê civîna bilind re malovaniyê dike, li ser muzakereyan daxuyaniyek da û got, "Di konferansa avhewayê de, ji bo peymaneke gerdûnî hemû şert û merc afirîne." Fabîûs bang li nûnerên 195 welatên di nava muzakereyê de cih digirin kir û ew vexwend 'mantiqê lihevkirinê'.

Di muzakereyên COP21 de duh danûstandineke mezin hebû. Laûrent Fabîûs piştî nîvro, bi komên ji welatên beşdar re cara dawî hevdîtin kiribû.

Di civîna ku tê xwestin germahiya global heta dawiya vê sedsalê bi 1,5 an jî 2 pileyî were ragirtin de, yek ji xalên herî girîng ên li ser li hev nehat kirin, alîkariya malî ya ji bo welatên xizan e. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hin welatên din, li dij derdikevin ku alîkariya ji 100 mîlyar dolarî ya salane heta sala 2020'an ji welatên dikeve bin bandora germahiya global bê dayîn, di peymanê de cih bigire. Biryara li ser dayîna vê alîkariyê di sala 2009'an de hatibû dayîn.

Çîn û Rûsyayê jî danê êvarê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo peymanek global ji civîna bilind derkeve, ew bi hêvî ne.

Tê payîn ku peymana avhewayê îro saet di 09:00 de bê qebûlkirin.