DYA, Rûsya û NY li ser krîza Sûriyeyê li Cenevreyê dicivin
Rûsya, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser krîza Sûriyeyê wê roja Înê li Cenevreyê li hev bicivin.
Rûsya, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser krîza Sûriyeyê wê roja Înê li Cenevreyê li hev bicivin.
Rûsya, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser krîza Sûriyeyê wê roja Înê li Cenevreyê li hev bicivin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gûennadî Gatîlov got, "Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Neteweyên Yekbûyî (NY) wê bi hev re bişêwirin."
Gatîlov ragihand ku Sefîrê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Steffan de Mîstûra jî wê di hevdîtinê de amade be û got, "Vê carê, li ser xebatên NY û rêbazên pêşvebirina diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de, em ê li Birêz Mîstûra guhdarî bikin."
Li gorî Gatîlov, Rûsya wê bi wesîleya van hevdîtinan banga xurtkirina têkoşîna li dijî terorîzmê bike. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê da xuyakirin ku divê lîsteyeke ji rêxistinên terorîst û lîsteya endamên mûxalefetê yên karibin beşdarî pêvajoya muzakereyê bibin, werin derxistin.
Ev hevdîtin, di çarçoveya pêvajoya li Viyanayê di civîna meha Cotmehê ya bi beşdariya 17 welat û rêxistinên navneteweyî de hat destpêkirin, tê lidarxistin.
Hêzên navneteweyî û herêmî yên di meha Mijdarê de li hev kom bûbûn, li hev kiribûn ku di nava 6 mehan de li Sûriyeyê hikûmeta dema derbasbûnê bê avakirin û di nava 18 mehan de jî hilbijartin were lidarxistin.