Kongreya SPD Gabrîel li pêşberî Merkel qels kir
Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman de, ji bo serokatiya giştî Wezîre Aboriyê yê Federal Sîgmar Gabrîel careke din hat hilbijartin.
Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman de, ji bo serokatiya giştî Wezîre Aboriyê yê Federal Sîgmar Gabrîel careke din hat hilbijartin.
Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman de, ji bo serokatiya giştî Wezîre Aboriyê yê Federal Sîgmar Gabrîel careke din hat hilbijartin. Gabrîel desteka ji sedî 74 a delegeyan wergirt. Vê rêjeyê beriya namzetiya hilbijartinên giştî yên 2017'an bû sedema xerabûna moralan.
Sîgmar Gabrîel di hilbilbijartina li kongreya 37. a asayî ya li paytext Berlînê de careke din ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin. Lê belê dengê bi dest xist, kêm bû. Gabrîel di sala 2009'an de ku cara yekemîn hat hilbijartin, bi rêjeya ji sedî 94,2 ê dengên delegeyan hatibû hilbijartin. Lê di kongreya duh de bi tenê ji sedî 74 ê dengan stend.
Sîgmar Gabrîel ku xwe amade dike di hilbijartinên 2017'an de bibe hevrikê Serokwezîr Angela Merkel, bi rêjeya dengên wergirtî re, ji partiya xwe desteka hêvî dikir bi dest nexistin û ev yek weke pirsgirêkek cidî tê dîtin.
Sîgmar Gabrîel ku di heman demê de di koalîsyona mezin de Wezîrê Aboriyê ye, piştî dengdayînê axivî û anî ziman ku yek ji çar parên delegeyên partiyê qebûl nekirin ku ew di hilbijartinên 2017'an de bibim namzet. Gabrîel her wiha li xwe mukur hat ku ew bi hesasî nêzî daxwazên delegeyên partiyê nebûye.