Pûtîn: Hişk bin, zû îmha bikin!
Serokê Dewleta Rûsya bang li leşkerên xwe kir. Pûtin wiha got: “(…)Ez talîmatê didim ku hişk bin. Her hedefa ku leşkerên Rûs an jî pêkhateyên me yên leşkerî yên li qadê tehdît dikin demildest îmha bikin.”

Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi fermandarên asta herî bilind a Wezareta Parastinê re hat cem hev.
‘HIŞKBÛN’ Û ‘ÎMHA’ XWEST
Pûtin di civînê de got, “Hêzên Hewayî yên Rûs li Sûriyeyê derbeyên mezin li terorîstan xist. Xebatên Hêzên me yên Hewayî nirxandinek erênî heq dike” û wiha berdewam kir:
“Ez her kesên ku ji nû ve dixwazin provakasyonê li hember leşkerên me pêk bîne hişyar dikim. Li Sûriyeyê ji bo ewlehiya leşker û bargehên xwe me tevahî tedbîrên pêwîst girtine. Ewlehiya bargeha me bi sîstemên parastinê yên hewayê hatin xurtkirin. Ez talîmatê didim ku hişk bin. Her hedefa ku leşkerên Rûs an jî pêkhateyên me yên leşkerî yên li qadê tehdît dikin demildest îmha bikin. Di heman demê de bi dewletên têkîldarî tinekirina terorîstan re jî di nav hevkariyekê de bin.”
‘DAIŞ TEHDÎDEK YEKSER E’
Pûtin bal kişand ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo Rûsya tehdîdeke yekser e, wiha axivî: “Terorîstên li Sûriyeyê yên ji Rûsya û Koma Dewletên Serbixwe hatine ev welat kirine bargehek. Planên wan pir aşkera ye: Hêz girtin û dixwazin herêmên nû bi dest bixin. Divê em bi welatên têkîldarî tinekirina DAIŞ’ê difikirin re jî di nav hevkariyekê de bin. Ji bo operasyon di nav ewlehiyê de bimeşe jî divê bi koalîsyona navneteweyî ya di pêşengiya Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê û DYA’yê de dimeşe re têkîlî bên danîn.”
Pûtin got, Hêzên Hewayî yên Rûs derfetê didin ku artêşa Sûriye û Hêzên Artêşa Sûriyeya Azad bibin yek, wiha berdewam kir: “ Ji 5 hezarî zêdetir leşkerên endanê Hêzên Artêşa Sûriyeya Azad û artêşa Sûriye tevlî operasyonên li Hûmûs, Hama, Halep û Raqqayê dibin. Her wiha em bi artêşa Sûriye re piştgiriya hewayî didin Artêşa Sûriyeya Azad. Ji bo artêşa Sûriyeyê jî em alîkariyên çek, cebilxane û aborî dikin.”
WEZÎRÊ PARASTINÊ: DIKARIN LI ASYAYA NAVÎN BELAV BIBIN!
Wezîrê Parastinê yê Rûs Sergey Şoygû jî diyar kir ku DAIŞ’ê ji sedî 70 axa Sûriyeyê bi dest xistiye û ev hişyarî kir: “Li Sûriye û Iraqê 60 hezar mîlîtan hene. Em bi tehdîda belavbûna van mîlîtanan a li Asyaya Navîn re rû bi rû ne.”