Lîderê Komara Çekê Zeman: Tirkiye endamê NATO ye, lê hevalbendê DAIŞ'ê ye
Lîderê Çek Zeman da xuyakirin, ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, lê belê weke hevalbendekî DAIŞ'ê tevdigere.
Lîderê Çek Zeman da xuyakirin, ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, lê belê weke hevalbendekî DAIŞ'ê tevdigere.
Nerazîbûneke din a li hemberî hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê, ji Serokdewletê Komara Çekê Mîloş Zeman hat.
Lîderê Çekê Zeman destnîşan kir ku her çend Tirkiye endamekî NATO'yê ye jî, mîna hevalbendekî DAIŞ'ê tevdigere.
Serokdewletê Komara Çekê Mîloş Zeman li dijî endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê derket û û alîkariya Yekîtiya Ewropa ya ji 3 mîlyar Euroyî ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir. Zeman da xuyakirin, ku ji bo Tirkiye penaberan vehewîne, pêwîstiya xwe bi vî pereyî nîne.
Serokdewletê Komara Çekê Zeman di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê û got, "Tirkiye endamê NATO ye, lê mîna hevalbendekî DAIŞ'ê ye."