Nûnerên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Brukselê civiyan, biryara li ser dirêjkirina dema pêkanînên li hemberî Rûsyayê taloqkirin. Tê gotin ku di wergirtina vê biryarê de bandora helwesta dijber a Îtalyayê heye.
Pêşnûmeya ji bo dirêjkirina 6 mehên din a dema pêkanînên aboriyê yên li hemberî Rûsyayê, ku piştî krîza Ûkraynayê YE di sala 2014'an de xist meriyetê, hat taloqkirin. Biryar hat dayîn ku biryara li ser pêkanînan di civîna bilind a lîderên YE a di 17-18'ê Kanûnê de bê wergirtin.
Nayê zanîn ku di beşa îro ya civîna bilind de, mijara pekanînan careke din were nirxandin an na.
Lê belê tê gotin ku di mijara biryara taloqkirinê de nêrîna Îtalyayê ya 'pêkanînên li hemberî Rûsyayê bêbandor in' roleke girîng lîstiye. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di meha bihurî de li ser mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Pêkanîn wê ti encamê neafirîne."
Tevî Îtalya, Elmanya jî di mijara pêkanînan de ne ji dil e, ji ber ku bi Rûsyayê re xwedî têkiliyeke bazirganiyê ya ji dehan mîlyar euroyî ye.