Li Siûdî jin cara yekê ye dengê xwe bi kar tînin

Di hilbijartinên şaredariyan ên li Erebîstana Siûdî de, ku îro saet di 08:00 de destpê kir, jin cara yekemîn çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinên şaredariyan ên li Erebîstana Siûdî de, ku îro saet di 08:00 de destpê kir, jin cara yekemîn çûn ser sindoqan.

Li Erebîstana Siûdî ku welatê dawî yê mafê dengdayîna jinan qedexe kiribû, jin û mêran ji hev cuda dengan bi kar tînin. Parêzvanên mafên mirovan, mafê dengdayîna jinan di hilbijartinên şaredariyê de, pêşketineke gelekî biçûk e.

Li gorî hin namzetên jin, li vî welatî namzetbûyîna jinê bi tena serê xwe serketineke mezin e. Hilbijêr ji bo şaredariyan, tercîha xwe di nava 6 hezar namzetên mêr û 900 namzetên jin ên destûr ji wan re hatiye dayîn, dikin.

Ev hilbijartin ji bo diyarkirina 284 meclîsên şaredariyan tên kirin.